Hikumeta Federal pêşwaziyê li destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî ya şandina 100 hezar bermîlên petrolê bi rêya Somo dike, Herêma Kurdistanê jî berdewamiya danustandinan ragihand.
Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, l ê meha bê Herêma Kurdistanê rojane dê 100 hezar bermîlan bişîne û got: “Heta niha çi peyman nehatîne dest û danustandin di gel Bexda berdewamin”.
Husên Şehristanî pêşwaziyê li vê destpêşxeriyê kir û di beyannameyekê da ragihand, eve pêngaveka erêniye bi hêviya wê çendê astê şandinê li paşerojê bête zêdekirin.
Necîba Necîb Endama Hevalbenda Kurdistanî ragihand, destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî hevdû nêzîkbûnek dirustkiriye û Bexda nêzîkî wê çendê bûye mercên (te’cîzî) di budçeyê da li ser Herêma Kurdistanê rake.