Polîtîk

SHK bersîva Malikî ya "Xwîn bi Xwînê" da

Serokayetiya Herêma Kurdistanê nîgeranî û diltengiya xwe ji bo can ji destdana akademî û rojnamevan Dr Mihemed Bidêwî radigihîne ku li rûdawekî nexwestî da li roja 22.03.2014 li bajarê Bexda bûye qurbanî. Her bi vê yekê hevxemiya xwe ji bo malbat û hemû medyakaran radigihînîn. Hêvîdarîn dadgehekî adîlane rênimayiyên yasayî yên pêwîst li ber bigre bo ku lêkolînê li rûdawê û yekalîkirina vê dosye yê bike.

Li van çend rojan da bi sedema duvdaçûnên hurî yê rûdaw û daxuyaniyan me hêvî dixwest ev babet li sînora xwe ya yasayî dernekeve û me pê başe yasa û desthilata dadî dûrî li destêwerdanên siyasî rola xwe ya bê aliyane bibîne.

Piştî rûdawê daxuyanî û helwesta hinek kesayetiyên siyasiyê Iraqî bûne sedema nîgeraniya kolanên Iraqî û diçine çarçêweya tehdîd û êrîşên li aştî û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê û berfirehkirina aloziyan û anîna têkdan û dû berekiya li navbera hemwelatiyan da. Li vir de bi pêwîstî dizanîn raya giştî ya Iraqî agahdar bikîn ku nabê rê bi tu kes û aliyek bê dayîn derz bixe nav birayetiya pêkhatên Iraqê û bazirganiyê bi canê Dr Mihemed Bidêwî bê kirin.

Cihê daxê ye li piştî rûdana vê karesatê Serok Wezîrê Iraqê peyvê namo û xerîb û neşîrîn xwîn li beranber xwînê bikaraniye ku dûre li bingeha dest bilindiya yasa û dewletdarî û kultûra pêkvejiyan û demokrasiyê. Li sayeya zêdeçûna hinek aliyan û vê rewşa emniya nebaş li Iraqê da hatiye holê xelkekî zêde hatiye kuştin û li van çend salan de 400 mamostayên zanîngehê li Iraqê da hatine teror kirin û kes xwe nekiriye xwediyê xwîna wan û desthilata Bexda tu hewlekî neda ji bo peydakirina tawanbaran. Niha ku hemwelatiyekî Kurd aliyekî vê rûdawa nexwestiye dixwazin li rûyê siyasî ve bikarbînin û zêdeçûnê bikin û bikin babetekî gelek metirsîdar û hewlek ji bo pêkanîna fîtneya navbera netewe û pêkhatên Iraqê. Ji bo wê yekê berpirsiyariya her rûdaw û kardaneweyekî vê rewşê dikevê stuyê ewên dixwazin rûdawê ji bo merema siyasî bi kar bînin.

Eger desthilatdarên Iraqê bi vî awayî temaşa rûdawan dikin pirsiyar eweye kî xwîna 5000 şehîdê Helebçe û 182000 enfal û 8000 Barzanî û 12000 Feylî dide? ji bilî van qurbaniyên mezin gelê Kurd bi navê binyatnana jiyanekî taze û hêviyeke nû tu demekî amade nebû bibêje: “Xwîn li beranber xwîn”.

Li vir de bi navê gelê Kurdistanê dûpat dikin ku pêwîste li vê dozê de qeza dûr li heza nerewayî ya siyasiyan vê kêşeye yek alî bike û êdî rê nede dengê naqola bilind bibê û zêdeçûn îstîxlala vê rûdawê bikin. Gelê Kurdistanê biryar daye bi birayetî û tebayî û pêkvejiyanê li gel Iraqê da bijî. Eger desthilatdarên Bexda vê birayetiyê nexwazin û her rojek bi biyaniyek kêşe dirust bikin bila bên û pêkve rûnîn û dawiyê bi vê peywendiya pir kêşe bînîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

24.03.2014

 

Back to top button