Civak
Lawikên Bedlîsî dê nûnertiya Tirkiye bikin
Werzîşvanên Bedlîsê li şampiyonaya herêmî de 23 şampiyonî û paşê li Tirkiyê 2 caran şampiyoniyê bidest xistin û niha wê nûnertiya Tirkiye ya li Ewrupayê bikin.
Ejder Bilgî û Gokhan kara ku du xortê Kurdin li şampiyonaya Muaythai ya li Tirkiyê de serketin û bûn pehlewan û şampiyonê Tirkiyê. Emer Ugur Rahênerê Tîmê dide zanîn ku li meha îlonê dê Ejder Bilgi û Gokhan Kara li Şampiyonaya Muaythai ya Ewrupayê de dê bibin Nûnerê Tirkiyê û li ser navê Tirkiyê beşdarî wê pêşbaziyê bibin.