Polîtîk

Di pirsa Kurd de BDP û Gulen wekî hevin

Cemal Uşşak Cîgirê Serokê Weqfa Nivîskar û Rojnamevanan ku yek ji navê herî girîngê Cemaeta Gulen e di derbarê pirsa Kurd de peyamekî belavkiriye û hêla sora pirsa Kurd û dîtin û nêrîna Fethullah Gulen ya di derbarê serxwebûna Kurdistanê de belav kiriye ku heman dîtin û nêrîn û siyaseta BDP ye.

Uşşak daye zanîn ku raya Fethullah Gulen ya di derbarê pirsa Kurd de wiha ye: Ji bo ku Kurd bikaribin raya xwe bînin ziman, em piştgiriya xweserî û federaliya Kurdan dikin. Wekî pêdiviyeke azadiya ramanê dikarin vê yekê bibêjin. Lê belê helbet ji bo pêkhatina vê ne gengaze û ne mumkune. Eger ev bibe, gumana me heye ku Kurdên Tirkiye mafên xwe yên mirovî û mafên xwe yên îslamî jî ji dest bidin. LI TIRKIYÊ DE, PIRSA KURD BI ÇARESERIYÊN HERÊMÎ Û AXÊ RE ÇARESER NABE. Divê tişteke wiha bê kirin ku çareseriyek ji bo Kurdê Edirne, Diyarbekir, Stenbol û Manisayê jî bê kirin. Daxwazên axê jiyana Kurdên ji derveyê herêmê dixe nava metirsiyê.

BDP jî di derbarê pirsa Kurd de heta niha daxwazeke çareseriyeke li ser axa Kurdistanê de pêşkêş nekiriye û tiştê ku BDP dixwaze heman çareseriyên Fethullah Gulene ku ew jî xweseriya demokratik û daxwaza Tirkiyeyîbûna BDP ye. BDP Kurd û Tirkan wekî neynok û goştê tiliyan dibîne ku ji hevdû nayên veqetandin.

 

Back to top button