Kurd çawa siyasetê bike? Şerê Guleniyan û Erdogan li berjewendiya Kurde
Şerê navxweya Tirkiye ya li navbera dû hêzên wî welatî ku yek ji wan Partiya Dad û Geşepêdane AKP piştî wê yekê ku zêdetirê sedî pencihê dengên wî welatî anî û bû partiya desthilat û ewê din jî (Cema’eta Gulen) ku peyrewê bernameya Fethullah Gulen dikin bi çalakiyên hunerî kulturî û çandiyên navxweya wî welatî kariye soza navxweya wî welatî kontrol bike.
Niha jî ew cenga ku li navbera van dû hêzan de dirust bûye, bûye serdêra medyaya cîhanî û Tirkan û bi awayeke reng daye ku êrîş û tehdîdênan exlaqî siyasî navxweyî û derveyê Tirkiye kirêt kiriye. Cema’eta Gulen siyasetên xwe bi awayekî dariştiye ku li ragihandinê êrîşên tund dixin ser AKP û Receb Tayîb Erdogan Serok Wezîrê niha ya Tirkiye û gendeliyên wî yên îdarî û siyasiyên wê partiyê li Hikumeta Tirkiye bi navê rakêşana soza kolanên Tirkiye dike û daxwaz ji xelkê dikin bê deng nebin û yek ji kanalên Tirkiye tehdîda wê yekê li Erdogan kir ku divê baca wan hemû dosyeyan bide ku pêwîste bi gendeliyên îdarî.
Li bernameyan jî Cema’eta Gulen bi awayeke hurtir dest nîşana van kêmasiyan dikin ku zextê bixin ser Erdogan bi taybetî siyaseta derve de û wiha bawerin Erdogan li siyaseta derve de şikesta Tirkiye aniye. Ji ber ku wiha bawerin Erdogan li şûna wê yekê ku awayê demokrasiya hukimraniya Tirkiye nêzîk bike li siyaseta demokrasiya Ewrupa, hewl dide siyaset û bernameya siyasiya xwe li rojhilata navîn ve nêzîk bike.
Wiha bawerin ku li pişgîrî kirina Tirkiye û taybetî AKP li Birayên Misilman (Îxwanên) Misir û şikestê li wî welatî aniye û dadgeha kirina Mursî Serokê hilbijartiyê Îxwanan û bê encam buna kongreya Genev 2 nêzîkbuna Îran û Amerîka li hevdû û dijayetî kirina Îsraîl û palpiştî kirina Filistin sedemên serekiyên şikesta Erdogan bi xwe û siyaseta Tirkiyê ye.
Ji bo wê yekê ez bawerim Erdogan vê siyaseta ku peyrew kiriye xalên nakokin li gel siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn û kûrbuna kêşeya di navbera Cema’eta Gulen û AKP ji aliyê Amerîka ve hebuna xwe heye. Ji ber ku piştî bihara Erebî ku bi şoreşa Facebook jî hatiye nasîn Tirkiye karî li valahiya gel û desthilata welatên Ereban de pêgeha xwe bi hêz bike û bibê birayê mezinê hemû aliyan ya ji bo çareserkirina kêşeyan. Her çende karî heta astekî baş serkeftî bibê û li gor arastekiriyê Amerîka siyasetê bike, lê belê paşê li wê hêla ku ji bo wan hatibû raxistin derket. Her eve jî wiha kir siyaseta Amerîka beramber dad û geşepêdan li paşvekêşiyê da bê û tirsa Washington zêde kir li dûbare bûna senaryoya (Seddam Husên). Piştî wê yekê ku pişgîriyê li Sedam kirin li dijayetî kirina Tehran, lê belê encam her li wan vegeriya û berjewendiya umeta Erebî xiste pêş berjewendiyên bilindên Washingtonê.
Ji bo wê yekê ez bawerim Cema’eta Gulen dixwaze Dezgeha Hewalgiriyê (MIT) li kabîneya nû ya Erdogan de werbigrin heta ku bibin hikumetek li nav hikumeteke dinê Erdogan û weku sîberek çavdêriya hikumeta Erdogan bikin. Guman têda tûne eve jî ji aliyê Erdogan ve nayê qebulkirin. Encama dest li kar kêşana Guleniyan li hikumeta niha ya Erdogan destpêka kûrbuna kêşeyane.
Em gengeşe jî bandoreke raste rast li ser pêvajoya navxweya Bakurê Kurdistanê dirust dike. Ji ber ku ew dengeya berê ku ji aliyê AKP hat, komkiriyê dengên Guleniyan bû, ji ber ku siyaseta Guleniyan ya li belavkirina medreseyan kerba dengê AKP zêde kiribû. Lê belê kêşeya di navbera Guleniyan û Erdogan wê kerbê tîne xwarê û ez bawerim ew deng raste rast biçê ser dengê partiyên Kurdan.
Şukriye Teymur