Li çarçêweya salvegera raperîn û azadî û newroz Birêveberiya Sînemaya Hewlêrê bi hevkariya Desteya Çalakiyên Hewlêra Geştiyarî hefteya Sînemaya Kurdî saz dike

Şaxewan Mistefa li vî derbarî de got: Li rojên 15 heta 20 adarê li Sînemaya Royal Mall em weku Birêveberiya Sînemaya Hewlêrê bi hevkariya Desteya Çalakiyên Hewlêra Paytexta Geştiyariya welatên Erebî, heta 5 rojan çend fîlmekî navdarê Kurdî ji bo mîhvanan û geştiyaran saz dikin ku armanca me aşnabûna wan bi huner û sînemaya Kurdî ye û li Hewlêra paytext pêşan dikîn.

Her wiha got: Em îsal festîvalekî mezinê sînemayî li Hewlêra paytext encam didin ku yek ji wan festîvalê herî mezinê dinyayê dibe û çendîn stêrkên cîhanî yê sînemayî têda beşdar dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: