Dikare dû rikeber rast bin lê belê heq li cem yek ji wane!
Îro ku li rêya yek ji kanalên Kurdî ve helmeta hilbijartina welatê Tirkiye dihate pexş kirin û yekî gelek bi xerabî behsa yekî din dikir. Yek ji zarokên min jî, ji min pirsî û got: Baba li gor te kijan ji wan rast dibêje?
Min got: Kurê min dibêjin: Kabirayek lêpirsînekê dibê û diçe cem Melayê Meşhûr û hinek sifetên xerap di derbarê beramberê xwe ve dibêje û Mela jî dibêje: Tu rast dibêjî!
Ku ew diçe û aliyê duyem tê û ew jî bi heman awayî her çi sifetên xerape behs dike û dixe stuyê wî kabirayî. Mela ji vî re jî dibêje: Tu rast dibêjî!
Ku kabira diçe, Jina Mela stuyê Mela digre û li pişta wî dixe û dibêje: Mela, ji xwedê bitirse, nabê her dû jî her rast bin!
Mela jî dibêje: Tu jî rast dibêjî!
Paşê ji bo wê zelal dike û dibêje: Axir Melajin ji xwe min yek ji wan re negot: Tu li ser heqî!
Min got: Tu rast dibêjî.
Ew her dû hevdû baştir nasdikin, hindî ku ez wan nas dikim. Her yek ji wan di derbarê ewê din de şarezaye û perde li ser ruyê sîfetên xwe yên xerap hildidin.
Mela Emer Çingiyanî