Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Peymana 11 Adarê Bexda neçar kir mafên gelê Kurdistanê nas bike

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku peymana 11 Adarê werçerxanekî dîrokî bû, heman demî de bi diruşma otonomî bo Kurdistan û demokratî ji bo Iraqê bû û doza gelê Kurdistanê jî bi yasayî kir û Hikûmeta Bexdayê neçar kir bi fermî mafên gelê Kurdistanê nas bike.

Eve jî naveroka peyama Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ye

Bi ‌navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 44 mîn salvegera peymana dîrokiya 11ê Adara 1970 û 23 saliya azadkirina Hewlêrê li 11ê Adara 1991 da, xwe bi bextewer dizanim pîrozbahiyekî germ li cemawerê Kurdistan û Hewlêra paytexta Kurdistanê bikim.

Peymana 11ê Adarê, ku li navbera şoreşa mezina eylûl ya bi rêberayetiya Mistefa Barzanî bavê ruhî yê neteweyê Kurd û Hikûmeta wê demê ya Iraqê hate mohr kirin, li gel wê yekê ku werçerxanekî dîrokî bû, heman demî de bi diruşma Otonomî bo Kurdistan û demokratî ji bo Iraqê bû û doza gelê Kurdistanê jî bi yasayî kir û Hikûmeta Bexda neçar kir bi fermî mafên gelê Kurdistanê nas bike.

Îro piştî 44 sal û piştî wan guhertinên siyasiyên li cîhanê û navçeyê û Iraqê da rû daye,‌ pêwîste bi yek gotar û yekrêzî rûbirûyê wan pêşhatan bibîn û li ser armanca şoreşan û raperîn û bi damezrandina saziyan û dabînkirina jiyanekî hêja ji bo tevahiya gelê Kurdistanê sûr bîn li pêkanîna hemû mafekî gelê me.

Carekî din pîroze salvegera peymana 11ê Adarê û rizgarkirina paytexta Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

10ê Adara 2014

Back to top button