Seyîdzade Fatma Ehmedî, ew jina bi temen, xelkê bajêrê Mahabadê ku bi destê xwe ala Kurdistanê li Mahabatê dinexşîne û didure û dide Qasimlo. Seyîdzade Fatma hevjîna Wezîrê Gihandinê yê Komara Mahabadê (Kerîm Ehmedî) ye û cîrana Mela Mistefa Barzanî bû li Mahabadê û bîranînên wê di gel piraniya serkirdeyên navdarên Kurdan heye.
Di dîmeneka vîdeoyê da ku bi alîkariya malbata Seyîdzade Fatma û bi hevkariya kameremanekî ku berî sê salan di gel Fatma Ehmedî wekî dokumenteka dîrokî hatiye tomar kirin, û ev tomara vîdeoyê niha li gel çalakvanê navdarê rojhilata Kurdistanê (Kawesur) dihête parastin. Di vî derbarê da Seyîdzade Fatma dibêje: Beriya roja rêwresma bilindkirina alayê Kurdistanê di serdemê pêşewa Qazî Mihemed da, çendîn alayên cûr bi cur bi navê ala Kurdistanê li Mahabadê hatine bilind kirin ku li dumahîkê kar bi destekî bilind yê Qazî Mihemed wêneyê fermî yê ala Kurdistanê li ser kaxizekê neqişand, ango wênêya wê çêkir û daxwaz ji min kir ku li ser perukekî binexşînim û bi durim.
Her wiha Seyîdzade Fatma behsê wê çendê jî dike ku piştî ala Kurdistanê durî, Qazî Mihemed gelek spasiyên xwe pêşkêşî wê kirine û paşî Qazî Mihemed û hemû Wezîrên Komara Mahabad ya Kurdistanê bi wî alayê Kurdistanê ya ku wê dirutî sond xwarin û di roja ragihandina Komara Kurdistanê da jî, her ew ala bû ku li ser avahiyê Hikûmeta Mahabadê hatiye bilind kirin. Her di vî dîmenê vîdeoyê da, Fatmaxan wisa dibêje: Piştî hilweşandina Komara Mahabadê, min şiya wê alayê ku min dirutî bînime gel xwe û biparêzim. Lê piştî Abdulrehman Qasimlo Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Iranê yê ku hate terorkirin beriya ku ji bo xwandinê biçe Fransa, çendîn caran bi rêka dayik û xuşkên xwe daxwaza wê alayê kiribû ku encamê da neçar bûm ku ez wê alayê radestî wî bikem.
Dîsa her wekî ku Fatma diyar dike ku yek ji hêviyên mezinên Qasimlo ew bû ku beriya sefera Fransa bike, alaya serdema Komara Kurdistanê bidest ve bîne û li gel xwe bihêle, demê ew ala jî gihîşte destê wî, gelek hate behskirin ku wî maçî ala kiriye û wekî tiştekê gelek pîroz çendîn caran di ser û çavên xwe daye.
Di vî derbarî da çend kes ji endamên malbata Seyidzade Fatma ku niha li derveyî welat dijî diyar kiriye, Kurd li hember dîroka netewa xwe xemsarin ku heta niha çi dezgehekê ragihandinê seredana Seyîdzade Fatma nekirîne, di demekê da ku berdewam li gel hunermend û rewşenbîran hevpeyvînan encam didin û bîranînên wan tomar dikin.
Her çende niha nêrînên cuda di derbarê şêwaz û dîzayna wî alaya Kurdistanê da hene ku di serdema Qazî Mihemed da hatiye bilind kirin, lê eve nayê wateya çi nirxandineka cuda ku ew ala ji aliyê Seyîdzade Fatma ve hatiye nexşandin, dibe ku dîzayna wê ya her kesekî û serdemekê be û Seyîdzade Fatma heta niha di jiyana 87 saliyê da ye û li bajêrê Mahabadê li rojhilata Kurdistanê dijî.
Derya Sidqî