Polîtîk

Li Elmanya xortekî Kurd madalya zîvîn wergirt

Sefîn Resul Mela ew xortê Kurde ku xwedî şiyanê baş û bi hêze di warê bazdanê da û eve çendîn care beşdarî maratonên cîhanî dibe û pileyên baş bi dest xwe ve tîne û vê heftiyê li welatê Elmanya li bajarê Hamburgê beşdarî maratona biharê kir ku xortên çendîn welatên cîhanê têda beşdar bûbûn û wî jî di bazdana 11km da pileya dû bi dest xwe ve anî.

Ev serkeftin jî bi serkeftineke mezin tê hejmartin ji ber ku bazdanên dirêj kêm kes hene ku bikaribin pileyên baş bi dest xwe bînin û li rêza yekê û dûyê bînin. 

Sefîn Resul Mela ragihand ku cihê şanaziyê ye ew li ser navê Herêma Kurdistanê û bi alayê Kurdistanê beşdar dibe di van cure bazdanê da biryare li heftiya bê beşdarî çendîn çalakiyên din yên werzîşa bazdanê bibe.

Sefîn Resul Mela ji havîngeha Pîrmame ya girêdayî Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê ye.

Back to top button