Civak

Hewlêr û Urmiye dibin bajarên bira

Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê bi mebesta pîrozbahî kirina parêzgerê nû yê Urmiyê û duvdaçûna peymaneke hevdû têgihiştina di navbera Hewlêr û Urmiyê bi serdanekî fermî gihîşt parêzgeha Urmiyê.

Bi mebesta bi hêztir kirina peywendiyên di navbera parêzgeha Hewlêr û Urmiyê Newzad Hadî parêzgerê Hewlêrê bi serdanekî fermî çû parêzgeha Urmiyê û ji aliyê karbidestên wê parêzgehê ve bi germî hate pêşwazî kirin. 

Armanca serdanê ji bilî pîrozbahî kirina parêzgerê nû yê Urmiyê ji bo pêşxistina peywendiya di navbera her dû parêzgehan û dûvdaçûnê jî ji bo peymana hevdû têgihiştina di navbera Hewlêrû Urmiyê kirin ku berê jî di navbera herdu parêzgehan de hatibû îmzakirin.

Hêjayî gotinêye ku peywendiya di navbera Hewlêr û Urmiyê bi sedema îmzakirina peymaneke di navbera wan Newzad Hadî parêzgerê Hewlêr û parêzgehê berê yê Urmiyê, gihîştiye astekî baş û ji niha de ew serdan hengavekî din dibê ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan.

Back to top button