CivakFlaş

Dê nêzîkî 5,000 şekdarên YBŞ tevlî hêzên Iraqê dibin.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, 4000 heta 5000 çekdarên PKKê yên bi navê YBŞê têne naskirin, dê tevlî Artêşa Iraqê bibin. Pêvajo dê di çend qonaxan de were bicîh kirin û nêzîkî 5,000 çekdar dê bibin beşek ji saziyên ewlehiyê yên Iraqê, li gorî mekanîzmaya yekbûnê, çekdarên dê bibin beşek ji saziyên federal ên Iraqê û bi navê parastina herêmê li Şingalê bimînin.

Yekkirina YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Iraqê re beşek ji plana hikûmeta Elî Zeydî ye ji bo kontrolkirina çekên di destê hikûmetê de.

Hefteyek berê, Hadî Elyas, berdevkê YBŞê, got ku wan di meha Sibatê de bi berpirsên payebilind ên ewlehî û leşkerî yên hikûmeta Iraqê re dest bi hevdîtinan kirine da ku bigihîjin rêkeftinekê ji bo rêxistinkirin û ketina nav sîstema parastinê ya Iraqê.

Wî got: “Pêvajoya rêkeftinê dirêjkirina wê normal e ji ber ku ew bi pêşeroja civakê, erdnîgarî, mafên jinan û dezgehên ewlehiyê ve girêdayî ye,” Wî her wiha hêvî kir ku ev pêvajo di demek nêzîk de di xizmeta aramî û serweriya Iraqê û civaka Êzîdî de bi ser bikeve.

Di Cotmeha 2020an de, Hewlêrê û Bexdayê peymanek îmze kirin da ku rewşa Şingalê normal bikin, ku tekezî li ser derxistina hemî hêzên çekdar ên li derveyî sîstema dewletê û komên nêzîkî PKKê ji herêmê kir. Iraqê vê dawiyê PKK qedexe kir, ku ev yek bû sedem ku YBŞ hewlên xwe zêde bike da ku wekî hêzek fermî û yasayî di saziyên ewlehî û parastinê yên hikûmeta Iraqê de bi rêya diyalogê were tevlîkirin û ji gefan were parastin.

Back to top button