
Şandeke ji desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û parêzgarê Hesekê pêşhatên li Hesekê û çareserkirina wan bi rêya diyalogê gotûbêj kirin.
Şandeke ENKSê bi serokatiya serokê encûmenê Mihemed Ismaîl îro serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed kir û hejmarek mijarên girêdayî rewşa devera Cizîrê gotûbêj kirin.
Malpera ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ku herdu aliyan pêşhatên li Hesekê û çareserkirina wan bi rêya diyalogê gotûbêj kirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku her weha pêşhatên proseya tevlîbûnê û mîkanîzmên temambûna wê hatin gengeşekirin ji bo çareserkirina mijarên rêveberî û xizmetguzarî li deverê.
Ji aliyê xwe ve, parêzgeha Hesekê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de, rewşa jiyanê û hemarek mijarên girêdayî aramî û seqamgîriyê hatin gotûbêjkirin.


