FlaşPolîtîk

PDK:Şoreşa Îlonê tevgera rizgariya gelê me derbazî qonaxeke siyasî ya pêşkevtîtir kir

Bi helkefta derbazbûna 65 salan li ser serhildana Şoreşa Îlonê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tekez li ser xurtkirina hevahengî û hevhelwestiya navbera hemî partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, bo çareserkirina arêşeyan û parastina qewareya destûrî û siyasî ya Herêma Kurdistanê.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê , di peyamekê de ragihand: “Şoreşa Îlonê tevgera rizgariya gelê me derbazî qonaxeke siyasî ya pêşkevtîtir kir û bû bingeha bicihhatina gelek destkeftiyên dîrokî, di serî de jî Lihevkirina 11ê Adara 1970ê, Serhildana gelê Kurdistanê û avakirina qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê.”

Mekteba Siyasî ya PDKê bal kişand ser hindê jî ku serhildana Şoreşa Îlonê bi rêberiya Barzaniyê Nemir û pêşengiya PDKê di 11ê Îlona 1961ê de bandoreke biryardar li ser çarenivîsa siyasî ya bizava rizgariya gelê Kurd hebû û bi peyameka heqîxwazane selimand ku îrade û morala pûlayîn a gelê me ji bin naçin û pêxemetî bidcestxistina armancên rewa li beranberî tu pilangêriyan destan danahêle û doza xwe bernade.

Di pareke dî ya wê peyamê de hatiye ku yek ji bingehên bêwêne yên Şoreşa Îlonê rengvedana civaka piralî ya Kurdistanê bû; şoreşê karî hemî tixûbên herêmî, olî û mezhebî rake û tevahiya gelê Kurdistanê di çarçoveya hêzeka berhelistkar a yekgirtî de li dijî dîktatatorî û stemkaran bike yek,  da ku di meydana siyasî ya navxweyî û cîhanî de wekî hêzeka bibandor û xwedî biryar rola xwe ya hejî bilîze.

Mekteba Siyasî ya PDKê tekez jî kir ku vê bîranînê wekî derfet dibînin, ji bo israra li ser hevahengî û hevhelwestiya navbera hemî partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê, ji bo çareserkirina arêşeyan û parastina qewareya destûrî û siyasî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên neteweyî.

Di dawiya wê peyamê de, tevî şandina silavan bo canê paqij ê Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem zindî û tewandna serê rêzê ji bo hemî şehîdên Kurdistanê û hêza Pêşmergeyan, Mekteba Siyasî ya PDKê peymana xwe bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê tekez kir, ku dê li ser rêbaza Barzanî berdewam bin heta bicihhatina tevahiya armancên bilind ên gelê Kurdistanê.

Back to top button