FlaşPolîtîk

Nerazîbûna PKKê: ‘Di bin van şert û mercan de danîna çekan ne mimkun e’

Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî, ku ji 12 xalan pêk tê û di raya giştî de wekî “qanûna çarçove” tê zanîn, di çarçoveya pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” de hatiî amadekirin, di 11ê Tebaxê de ji aliyê Parlementoya Tirkiyeyê ve hate pejirandin. Rêzikname piştî ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin, di 18ê Tebaxê de ket meriyetê.

Piştî pejirandina Qanûnê PKK daxûyaniyên nakok dide. Cemil Bayik berpirsê yekem ê PKKê di hevpeyvîneka xwe li gel ANFê behsa pêvajoyê dike. , Cînegirtina rewşa qadroya serokatiyê di qanûnê de “pirsgirêkek cidî” bi nav kir û di derbarê rewşa Abdullah Öcalan û qadroyên serokatiyê de zelalkirin xwest.

Di 9ê Îlonê de, gotarek bi sernavê “Pêşeroja ku Tê Xwestin Li Ser Maseyê Bêne Girtin”, ku di ANFê de bi îmzeya A. Diren Polat hate weşandin, nerazîbûnên pir zelaltir li hember qanûna çarçove dihewîne.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku “Xala herî qels” a qanûnên çarçoveyê ew e ku,ji bo pêşketina pêvajoyê  merc danîne. Bi mercê hemû pêkhatên PKKê ve girêdayî dçekan deynin û pejirandina vê yekê ji aliyê dezgehên dewletê ve wek problemekî tê dîtin.

Qanûnê de dibêje: Bi şertê ku saziyên ewlehiyê tespît bikin ku PKK/KCK û pêkhateyên girêdayî wê hebûna xwe ya rastîn rawestandiye û çek û cebilxaneyên di bin kontrola xwe de radest bikin û paşê ev biryar bi biryaraKonseya Ewlehiya Netewî ( MGK )ê were piştrastkirin.

Di nivîsa ANF’ê de ji bo vê sîstemê gotina “pêwîstiyeke mutleq ya ku ne mimkun e pêk were” hat bikaranîn. Hat îdiakirin ku hemû pêkhate di heman demê de çekan deynin û ji qadê vekişin û piştre jî bi mekanîzmaya erêkirina dewletê bixebitin, wê pêvajoyê dişkîne.

Naveroka sereke ya gotarê li ser wê bingehê ye ku ji bo ku mafên qanûnî bikevin dewrê de bêçekkirin nikare bibe şertê destpêkê. Hat gotin ku divê bêçek bibe “encamek” ku encax piştî ku garantiyên qanûnî û siyasî werin danîn pêk were.

Gotar bi bangek rasterast ji bo hikûmetê ji bo guhertina qanûna çarçoveyî bi dawî dibe.

Ew dibêje ku bêçekkirin divê ne “şertek” ji bo xebitandina mekanîzmayên qanûnî be, lê belê “encamek” be ku piştî peydakirina mafên qanûnî yên berfireh û derfetên ragihandinê derkeve holê.

Gotara ANF dibêje ku heke dewlet û hikûmet bixwazin di pêvajoyê de pêşve biçin, divê qanûna çarçoveyî li gorî “Manîfestoya Civaka Demokratîk” a Abdullah Öcalan were sererastkirin, û divê gavên nû di bicîhanîna wê de werin avêtin.

Dema mehekî li ser derketina Qanûna Çerçevê re derbas dibe, ne razîbûna hinek dezgehên PKKê tê eşkerekirin..

Rojevakurd….

Back to top button