CîhanFlaş

Îran:Me êrîşî 20 keştiyan û bingeyeke Amerîkayê ya li Urdinê kir

 Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan li Tengava Hurmizê êrîşî du keştiyên Amerîkî, 8 keştiyên petrolê û 10 keştiyên din kiriye. Herwiha eşkere kir ku wan bi mûşekên balîstîk bingeyeke asmanî ya Amerîkayê ya li Urdinê jî kiriye armanc.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA), Supaya Pasdaran îro 9ê Îlonê di daxuyaniyekê de daye zanîn ku armancên wan 2 keştiyên Amerîkî, 8 keştiyên hilgirên petrolê û 10 keştiyên din ên “binpêker” bûne. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wan keştiyan hewl daye di herêmeke qedexekirî ya Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Herwiha Pasdarên Îranê ragihand, di bersiva êrîşên Amerîkayê yên li ser keştiyên petrolê û yên bazirganî yên Îranê de, wan bi mûşekên balîstîk êrîşeke berfireh biriye ser binkeya leşkerî ya “Ezreq” a Amerîkî ya li Urdinê.

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat gotin: “Ji ber bêçaretiya xwe li hember vîna gel û şervanên Îranê li Tengava Hurmizê, artêşa Amerîkayê serî li êrîşkirina ser keştiyên bazirganî û yên petrolê yên Îranê daye. Li hember vê destdirêjiyê, Hêza Asmanî ya Pasdaran operasyoneke tolhildanê daye destpêkirin.”

Li gorî daxuyaniya Îranê, di vê operasyonê de mûşekên balîstîk ên pêşketî hatine bikaranîn û bi awayekî rasterast cihên firokeyên şer ên ji cureyên F-35, F-16 û F-15 ên Amerîkî li binkeya Ezreqê hatine armanckirin û di encamê de ziyaneke mezin gihîştiye kelûpel û binesaziya leşkerî ya wê binkeyê.

Back to top button