
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, bi boneya koça dawî ya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, peyameke sersaxiyê arasteyî Serok Barzanî dike.
Naveroka peyamê:
Rêzdar Cenabê Kak Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar a malbata we, Kak Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî bihîst.
Ji bo vê xemê, em sersaxî û serxweşiya xwe arasteyî we yê rêzdar û malbata we dikin û em xwe hevbeşê xema we dizanîn.
Em ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku koçbûyî bi bihuşta berîn şad bike, sebir û aramiyê jî bide her aliyekî.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê


