FlaşPolîtîk

 ENKS dê berdewam be di berevaniyê di ber mafên miletê Kurd de

Mihemed Ismaîl tekezî li ser berdewamiya kar li ser asta deplomasî û siyasî ji bo pêkanîna hevpariyeke rasteqîne li Sûriyê.

Li Bajarê Hesekê serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Mihemed Ismaîl di semînarekê de behsa helwesta ENKS ji Hikûmeta Veguhêz, tevlîbûn û yekrêziya Kurdî û hejmareke doseyên din kir.

Di semînarê de kesayetên siyasî, civakî û nûnerên partî û rêxistinên sivîl û Encûmena Êlên Ereb û aştiya civakî amade bûn.

Mihemed Ismaîl tekez kir ku ENKS destê xwe bo hevkarî û diyalogê li Sûriyê dirêj dike, ji ber baweriyê bi pêwîstiya berevaniyê di ber mafên miletê Kurd de û pêkanînan hevpariyeke rasteqîne li Sûriyê..

Derbarê doseya yekrêziya Kurdî da zanîn ku “aliyekî Kurdî li dijî ENKS kar dikir û ji ber vê yekê bawerî nema” û diyar kir ku destê wan dê tim dirêjkirî be ji bo alîkarî û lihevkirinê .

Derbarê doseya tevlîbûna HSD serokê ENKS got ku Encûmen li gel bijardeya tevlîbûnê bû li ser wê bingehê ku “rêveberî û HSD pêwendiya wan bi doza Kurdî re tune ye”.

Back to top button