
Supaya Pasdaran a Îranê, di daxuyaniya xwe ya jimare 2 de aşkere kir, binesaziya teknîkî û cihê firokeyên şer ên Amerîkayê li her du bingehên asmanî yên Melîk Husên û El-Ezreq ên li Urdinê hatine rûxandin.
Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Asmanî yên Supaya Pasdaran îro 31ê Tebaxa 2026an operasyoneke hevbeş a mûşekî û dronî bi navê “Ya Mihemed Îbn Ebdullah (s)” pêk aniye. Hat diyarkirin ku di vê operasyonê de mûşekên balîstîk hatine bikaranîn û ziyanên giran gihîştine her du bingehên asmanî.
Supaya Pasdaran destnîşan kir ku ev êriş wekî bersivekê li dijî êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Girava Larkê hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “xweragiriya gelê Îranê” hêz û moral daye hêzên wan da ku van operasyonan pêk bînin.
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de, Supaya Pasdaran hişyarî da “dijminan” û ragihand, êrişên bi vî rengî nikarin kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmizê lawaz bikin. Hat gotin ku “serweriya vê tengavê her dem di destê Tehranê de ye” û ew ê rê nedin ti destdirêjiyan.


