Polîtîk

Aftenposten: Kurdistan nêzîkî serxwebûne

Li raporekî taybetî ya rojnameya Aftenposten ya Norwejî, di derbarê pêşketinên Herêma Kurdistanê ya li hemû waran de, ewe xistiye rû ku ewê li Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Hewlêr ku paytexta wê herêmê ye tê dîtin, tiştekî balkêşe û pêşketin ewqas bi lez hengav davêjin ku cihê balkêîiyê ye û hîç pênaçê ku ev herêm Iraq bê, ji ber ku cûdahiyeke mezin li navbera wan dû cîhan de tê dîtin.

Her li vê raporê de, behsa xaniyên xweşik û balkêş û hotelên nûjen û rê û baniyên nû bi wateya Kurdistanê li ser çiya û gundekî biçûkê bê peywendî û rê û banî ji bo leztirîn aboriya pêşketiya cîhanê bi wateya Dubai yekî dinê cîhanê dirust bûye. 

Di derbarê rewşa aramî û asayîşê, eşkere kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye gelek bi baldarî û rêkupêkî parêzgeriyê li welatê xwe bikin û li vir de hikûmet û xelk hevdengin li aramî û asayîşê de. Her eve wiha kiriye Kurdistan bibê navçeyekî bê gîr û girift û bi vê jî bûye wêstegehekî aram ji bo hemû hemwelatiyan û hemû çîn û tuwêjek û olan cîhê wan lê dibê. Hewlêr hemû pêdiviyeke pêşketî têda tê dîtin, bajarên nû û bazarên nûjen û her wiha hemû cûre xwarinekî Çînî û Îtalî têda heye. 

Hatin û çûna rojane di navbera Hewlêr û Viyana û Stockholm li rêya firokxaneyan heye, eve jî geşbûneke dinê pêşketina vê Herêmê ye. Ewê li vir de bi rûnî derdekevê eweye ku Kurd bi zîrekane hewl û hengavan ji bo damezrandina dewleta Kurdî didin ku bi şiyaneke mezin ve nêzîkî xewna xwe bûne ku hemû pêdiviyekî wê dewleta wan heye.

Her wiha rojname balkişandiye li ser welatên cîranên Kurdistanê û dibêje her çende berê Tirkiye bi hemû awayekî dijayetiya Kurd dikir, lê belê îro berevajiya berêye, ji ber ku niha berjewendiyekî baş li gel Kurd da heye û ji bo wan bûye palpişt.

Back to top button