Barzanî li Parlementoya Yekîtiya Ewrupa gotarek pêşkêş dike

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçêweya serdana xwe ya derveyê welat de îro demjimêr 16:00 (Li gor dema Kurdistanê) li Parlemena Yekîtiya Ewrupa gotarek pêşkêş dike.

Serokê Kurdistanê li gotara xwe ya li Parlementoya Ewrupa de bi taybetî di derbarê rewşa Kurdistanê de wê zanyarî pêşkêş bike û her wiha wê behsa pêşhatên dawî ya Iraqê û kêşe û pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêr ê bike.

Hêjayî gotinêye ku Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî serdana Parlementoya Yekîtiya Ewrupa wê derbasî Davosa Swîsre bibe û li wir wê beşdarî Foruma Aboriya Cîhanî bibe.

Nerîna min :