Polîtîk

Kurdekî serkeftî, li welatê Nîjerya

Sani Tukur bi navê rojnameya Premium Times ya Nîjeryayî hevpeyvîneke taybet li gel Amed Demirhan Birêveberê Pirtûkxaneya Zanîngeha Amerikî li Nîjerya (American University of Nigeria) sazkiriye û têda behsa kar û serkeftinên Kurdekî dike ku li warê pirtûkxaneyî de encam daye.

Rojnameya Premium Times behsa wê yekê dike ku Amed Demirhan di navbera du salan de pirtûkxaneyeke elektronî li zanîngehê avakiriye û sîstema wan 7/24 demjimêr kar dike û bikaranîna pirtûkên elektronî û bikaranîna gotarên elektronî gelek pêşve çûye. 

Her wiha Demirhan behsa jiyana xwe ya li Nîjerya dike û xweşhaliya xwe derdibre û dibêje ku di warê ewlehiyê de Nîjerya ji Parisê bi ewletire, ji ber ku sala derbasbûyî li Parîsê telefona wî ya Galaxy Note hatiye dizîn û eve dû sale li Nîjerya dijî lê belê heta niha ji bilî mîhvanperweriyê ewî tu neyîniyek li Nîjerya nedîtiye.

 

Çavkanî: http://premiumtimesng.com/news/150265-interview-nigeria-safer-developing-countries-aun-librarian.html

 

Back to top button