Li Hewlêr dema çandina gulan e

Bi mebesta zêdetir xweşikkirin û xemilandina kolan û kûçeyên bajar û xemilandina nava kolana 60 metrî, helmetekî çandina gulan li bajarê Hewlêrê destpêkir. 

Li vî derbarî de berpirsa ragihandina Birêveberiya Endazeya Parkên Hewlêr Celal Ehmed Berzencî ragihand: Bi mebesta zêdetir xemilandina kolan û cihên giştiyên paytexta geştiyariya welatên Erebî, me destpêkir bi helmetekî mezina çandina gul li dûrgeya navendî ya kolana şest metrî û li wê helmetê jî de me 8000 hezar gul çand, ku ew jî ji gulên (Pepûle) pêkhatibû ew gul jî li bin darên Washington de hatin çandin ku sîmayekî xweşiktir bibexşê‌. 

Her wiha Berzencî da zanîn ku ji bo zêdetir xweşikkirin û razandina hemû cihên paytext helmetên me jî berdewam dibin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: