CivakFlaş

Barak: Rêkeftin li ser bingeha ‘yek artêş, yek hikûmet û yek dewlet’ e

Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê bo Sûriyê, peymana entegrekirina Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de wekî bûyerek dîrokî bi nav kir û got ku zimanê Kurdî di sektora perwerdehiyê de hatiye naskirin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Tom Barack roja Sêşemê got ku hilweşandina HSDê beşek ji plana berdewam a serokê Amerîkayê bo Rojhilata Navîn e, ku tê de hevkarekî dilsoz û pêbawer ber bi çarçoveyek neteweyî û Sûriyeyeke yekgirtî ji bo hemû civakan ve diçe.

Nûner got ku serokatiya vîzyoner a serokê Amerîkayê rê li ber entegrekirina rast a HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de vekiriye, dabeşbûn û nakokiyên berê veguherandiye hevkariyek mayînde û derfet daye gelê Sûriyeyê ku pêşeroja hevpar a welatê xwe şekil bide.

Di derbarê mafên gelê Kurd û rêberên HSDê de, Barak tekez kir ku naskirina fermî ya zimanê Kurdî di sektora perwerdehiyê de, digel misogerkirina pozîsyonek bi bandor ji bo hevkarên me yên hêja Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed di hikûmeta Sûriyeyê de, ev yek kiriye.

Wî modela vê peymanê wekî yekbûnek rastîn bi nav kir û got: “Ev wêneya rastîn a yekbûnê ye; Di vê pêvajoyê de serketî û windaker tune ne, lê aliyên nakok ên duh, tevî cudahiyên nêrînên xwe, karibûn çareseriyek dîplomatîk bibînin da ku serweriya axa Sûriyeyê li ser bingeha: yek artêş, yek hikûmet û yek dewlet xurt bikin.

herweha di çerçoveya entegrekirinê de Mezlum Ebdî bi zimanek fermî rûxandina HSDê û bi vê yekê ve girêdayî ya YPGê ragihand.

Back to top button