Civak

Hêla hişyar kirina karkeran bi hejmara 5500 hate ragihandin

Asos Necîb Wezîra Kar û Karubarê Civakiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevanî de hêla hişyar kirina karkeran bi hejmara 5500 ya karkeran ragihand. 

Wezîra Kar got: Li hengavekî dinê vê wezaretê da ji bo xizmetkirina çîn û karkeran hêla hişyar kirina karkeran bi hejmara 5500 bi awayeke lezgînî ji bo karkeran radigihînîn û peywendî kirina vê hêlê ji aliyê karkeran ve bi leze û dikarin li rêya her dû hêla Asyacell û Korek telekomê ve peywendî bikin û kêşe û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Di derbarê amanca vekirina vê hêlê Wezîra Kar û Karubarê Civakî ragihand armanca vekirina vê hêlê hişyarkirina karkerane ji bo bi destxistina mafên wan û wergirtina lêpirsînên wan ya li ser xwedî kar û karsazan. Piştî wergirtina lêpirsîna karkeran li rêya lîjneyeke taybet ve duvdaçûn li ser kêşeyên wan tê kirin û mafên wan tê vegerandin û lîjneya Wezaretê bi mebesta çareserkirina kêşeyên wan ji nêzîk ve serdana cihê karkirina karkeran ve bikin.

Back to top button