Kultur

Bi hêceta roja jidayikbûna pêxember bi ala Kurdistanê dilîzin

Bi hêceta roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed(S.X.L) hinek partiyên siyasiyên îslamî vê rojê wekî derfetek dibînin û bi ala Kurdistanê dilîzin û li gor berjewendiyên xwe biguherînin û bawerî û yekîtiya Kurdan têk bidin. 

Piştî belavbûna ala Kurdistanê bi awayekî cûda ku tê pêşbînî kirin hinek kesan bi hejmareke zêde li welatê Çînê çapkirine û navê‌ pêxember (s.x.l.) di gel çend ayetên qurana pîroz li ser hatîne nivîsandin. Li vî warî de Merîvan Neqşebendî Berpirsê Ragihandina Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî ya Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê taybet da tekez kir ku û weku Wezareta Ewqaf û Yekîtiya Zanayên Misilmanên Herêma Kurdistanê, ew li hember vî karî dilgiranin û wê dijî vê helwesteke taybet wergirin.

Her wisa got sibê dê helwesta xwe ya di vî derbarî de bi awayeke fermî ragihînin û dê seredana Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê bikin ji ber ku beşeka zêde ji wê ala Kurdistanê li Hewlêrê hatiye belavkirin û got ev tiştê hatiye kirin, di heman demî de sivîkatîkirina ala Kurdistane û ola îslamê‌ kirîne lewra vê kiryara wan şermezar dikin.

Back to top button