serdavên pêkanîna hikûmeta nû eşkere dibin
Roja 21 îlona sala 2013ê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hatin encam dan û heta nuha hêşta aliyên siyasiyên Kurdistanê yên di hilbijartinan de kursiyên parlamentoyê bidestxistina li ser çewaniya pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê li hev nekiriye.
Lê rojnameya Şerqulawsat a erebî di raporteke xwe de diyar dike ku, pêkanîna hikûmeta nû a Kurdistanê di qonaxên dawiyê deye û danûstandin di navbera aliyên siyasî heftiya bê dest pê dikin.
Li gor zaniyariyên wê rojnameyê Partiya Demokrata Kurdistanê 7 wezaretan werdigire û ji wan wezareta wezareta navxwe û wezareta nefê pişka PDKê dibe.
Tevgera Goran a bi serokatiya Newşêrwan Mistefa ku, li gor hilbijartinên îlona borî partiya deyemîn e, 4 wezaretan werdigire, ji wan wezareta wezareta darayî (malî) pişka Goranê dibe.
Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê jî wezareta pêşmerge û du wezaretên din werdigire.
Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê ku, 10 kursiyên wê yên parlamentoya Kurdistanê hene, du wezaretan werdigire.
Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî yeke wezaret digel sekreterê parlamentoya Kurdistanê pişka wê dibe.
Li gor rojnameya Şerqulawsat cîgirê serokwezîrê Kurdistanê bo YNK dibe û Qubad Talebanî (kurê Celal Talebanî) kandîdê YNKê ye postê cîgirê serokwezîr.
Serokê parlamentoya Kurdistanê jî ji Tevgera Goranê re diçe.