FlaşPolîtîk

Hukumeta herêma Kurdistanê êrîşên li ser Kurdistanê şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên mûşekî û dironên Îranê li ser Herêma Kurdistana Iraqê bi tundî şermezar kir.

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ) roja Înê 17ê Tîrmeha 2026an derbarê êrîşên Komara Îslamî ya Îranê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em êrîşên bêmaf ên Komara Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyarî da ku berdewamiya êrîşên bi vî rengî dê “tevahiya herêmê bêîstîqrar bike” û bang li Komara Îslamî ya Îranê kir ku van êrîşan di zûtirîn dem de biqedîne.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navneteweyî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe bigirin û hewlên cidî bidin da ku dawî li van binpêkirinên serweriya Herêma Kurdistanê bînin.

Back to top button