
Her di çarçoveya bernameya serdana xwe ya Tehranê de, nîvroya îro Înê 03.07.2026an, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Encûmena Şûra ya Îslamî ya Îranê civiya.
Di civînê de, derbarê pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ligel Komara Îslamî ya Îranê û girîngiya berfirehkirina asoyên hevkarî û hevahengiya hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha piştgiriya xwe bo peywendiyên dêrîn û dostane yên di navbera her du aliyan de di hemû astan de dubare kirin.
Rewşa herêmê û geşedanên herî dawî, mijareke din a civînê bû. Di vê derbarê de her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina ewlehî, aramî û îstîkrarê û pişt bestina bi diyalog û çareserkirina aştiyane ya kêşe û aloziyan kirin.
Geşedanên herî dawî yên guftûgoya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de ji bo rêkeftinê, mijareke din a civînê bû. Her du aliyan hêviya serkeftinê bo guftûgo û hewlên dîplomatîk û aramî û ewlehiya mayînde ji bo herêmê xwestin.




