
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê, ji aliyê birêz Mesûd Pizişkiyan, Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê ve hat pêşwazî kirin.
Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ligel Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin. Bi taybetî bal kişandin li ser berfirehkirina danûstandinên bazirganî, qadên aborî û bihêzkirina peywendiyên dîrokî û çandî yên di navbera her du aliyan de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş bike.
Rewşa herêmê û encamên bûyerên dawî, mijareke din a civînê bû. Di vê derbarê de her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiyê û pişta xwe girêdana bi diyalog û rêkarên aştiyane ji bo çareserkirina kêşe û aloziyan kirin.
Her du aliyan hêvî xwestin ku bi dawî hatina şer û guftûgoya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de, aştiyeke mayînde û aramiyekê ji herêmê re bi xwe re bîne û qonaxeke nû ya peywendiyên baş û hevkariya hevbeş a di navbera welat û gelên herêmê de dest pê bike.
Çend mijarên din ên xwedî girîngiya hevbeş, mijareke din a civînê bûn.




