
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, tevî hejmareke berçav ji serkirde û berpirsên pilebilind ên welatên herêmê û cîhanê, li Tehranê beşdariya merasîma fermî ya malavayîkirina Rêberê Bilind ê Berê yê Komara Îslamî ya Îranê kir.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê di deftera sersaxiyê de peyamek tomar kir. Di peyama xwe de, ligel dubarekirina sersaxî û hevxemiya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo koça dawî ya Rêberê Bilind ê Berê Ayetullah Uzma Seyîd Elî Xameneyî, ronahî xist ser bandor û wê mîrasa ku li Komara Îslamî ya Îranê û cîhana Îslamî de li dû xwe hiştiye.











