Civak
Deriyê Sêmalka îro demjimêr 9 vebûye
Deriyê di navbera Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava de îro hate vekirin. Ji berî niha deriyê Sêmalka ji aliyê PYDê ve yekalî hatibû girtin.Belê xelkek bi dana para derbasî Başûr dibûya. Hukumeta Kurdistanê jî da xuyakirin ku kengê ENSK û PYD li hev bike dê derî vekirîbe û ji aliyê Başûrve tu asteng tuneye.
Doh heyetên ENSKê û PYDê li Qamîşlo lihevûdin civiyan û biryara vekirina deriyê Sêmalka dan.
Îro subehî bi awayek fermî derî vekiriye. Lê gelek caran PYD vekirin yan jî girtina derî wek propagandeyek siyasî bi kar tîne. Deriyê Sêmalka bi rizamendiya hukumeta Suriye di destê OYDê de ye. PYD bi rastiyê de tu cara rêveberiya derî li gora peyanên li hevhatina ENSKÊ û PYDê rêve nabe. Ev yek di bingehê xwe de dibe astenga herî mezin.