Polîtîk

Global Post: Herêma Kurdistanê wekî dewletekî serbixwe ye

Medyayên cîhanî bi berdewamî behsa pêşketinên ber bi çavên Herêma Kurdistanê yên li hemû waran da dikin û li nûtirîn raporeke Ajansa Global Post de di derbarê rewşa jiyana li navbera Herêma Kurdistanê û beşên dinê Iraqê de nivîsiye û dibêje: “Li Herêma Kurdistanê li gor beşên dinê Iraqê rewşa jiyanê gelek baştirin”.

Li rapora ku ji aliyê Josh Ud ve hatiye nivîsîn dibêje ku Kurd û beşekî zêdeyê wan kesan ku niha posta wan li wê Herêmê da heye, berê li çiyayan dijiyan û xebatê kirin ku heta bibin xwedî herêmekî bi hêz û pêşketî, hewl dan li rojava bigihînin ku ew gelekin û dixwazin bigihin azadî û mafên xwe.

Li rapora Global Post da balkişandiye li ser wê yekê ku “Îro Herêma Kurdistanê wekî dewletekî serbixwe reftaran dike, xwedî hêzekî xwe yê serbaziye, peywendeyiya xwe ya dîplomasî li asteke bilind da heye û warê aborî de jî gelek pêşketiye. Her wiha Hotel û Mall ên nûjen li paytexta Herêma Kurdistanê da zêde dibin û çaremîn mezintirîn bajarê Iraqê geşkirine”.

Back to top button