Polîtîk

The Guardian: Kurd nexşeya rojhilata navîn nû dike

Rojnameyekî‌ The Guardian ya Brîtanî nêrîna xwe ya di derbarê guhertinên navçeyê û pêgeh û hêza Kurd ya li nav guhertinan de xistiyerû, tekez li wê yekê jî kiriye ku Kurd dikarê li paşaroja navçeyê de rolekî berçav bibîne û eve jî li demek deye ku hê jî hinek ji welatên navçeyê dijayetiya wê dikin.

Rojnameya The Guardian ronahî kiriye ku Kurd bi sedema guhertinên navçeyê kariye bibê xwedî pêgehekî taybet, bi awayeke ku dikare nexşeya rojhilata navîn ji nû ve bikêşê. Êdî Kurd nabê qurbaniyek ji wan qurbaniyên ku li navçeyê de hene. 

Rojname behsa ewe jî kiriye, Tirkiye tirsa wê ji wê yekê heye ku li rojhilata Tirkiyê Kurd bibê xwedî pêgehekî siyasiya diyar. Wekî wê yekê ku li Başurê Kurdistanê de heye, heman demî de Receb Tayib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye dixwaze soza Kurd rabikêşê, bo ku sud ji dengên wan li hilbijartinên pêş de yê Tirkiyê de bibîne.

Back to top button