Kultur

Sara Ehmediyan: Muzîka Kurdî resentirîn muzîka Îrane

Sara Ehmediyan yek ji wan defjenên navdarê Rojhilata Kurdistanê ye, ew li bajarê Kirmanşanê hatiye dinyayê û her li wir jî dest bi jenîna defê kiriye û li gelek komên cûda cûda de kar kiriye.

Ehmediyan di derbarê cûdahiyên di navbera muzîka Kurdî û Îranî de dibêje: Muzîka Kurdî resentirîn û berfirehtirîn muzîka herêmî bû li Îranê. Zilamên Kurdistanê, li aheng û rêwresmîn xwe de muzîk û stranên cûda cûda ji bo jinên Kurd gotiye. Li warê sofîgerî û rêwresmên pirse û serxweşiyan de jî sûd ji vê muzîkê wergirtine. Ez dikarim bibêjim muzîka navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê bingeheke mezin ve nêzîkî hevdû ne. Wekî mînak muzîka Kurdistana Iraqê gelek nêzîkî perçeyên dinê Kurdistanê ye û heman demî de meqamên Kurdî yên cûr bi cûr heye wekî meqama Beyat, Siyaçemane, Hure..

Her wiha Ehmediyan dibêje: Gelek caran muzîka Kurdî ketiye bin bandora muzîka Îranî, lê belê dîsa ez dikarim bibêjim ku muzîka Kurdî resentirîn û berfirehtirîn muzîka Îrane.

 

Back to top button