Amerîkayê fermandarekî tabûreke Hizbullaha Iraqê girtiye

Kash Patel, rêveberê Buroya Lêpirsînê ya Federal a DYAyê got ku ajansên ewlehiyê zilamek girtine ku di 20 “êrîşên terorîstî” de li Ewropa, Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê beşdar bûye. Ev welatiyê Iraqî ye û fermandarê tabûrek Hizbullahê ye.
Li gorî îdianameyê, welatiyê Iraqî herî kêm 18 “êrîşên terorîstî” yên îlankirî li Ewropayê li dijî berjewendiyên Amerîkî û Îsraîlê wekî tolhildana şerê Amerîkî-Îsraîlê li dijî Îranê pêk aniye.
Tê îdia kirin ku, Mihemed Baqir Saad Dawûd Saadî bi bombeya agir êrîşî avahiya Banka New York Mellon li Amsterdamê kiriye, hewl daye bombeyek ku li avahiya Banka Amerîkayê li Parîsê hatibû çandin biteqîne.
Saadi li Tirkiyeyê hate girtin û radestî rayedarên Amerîkî hate kirin. Parêzerê wî, Andrew Dalak, ku parêzerekî federal e, got ku ew ji ti prosedurên radestkirinê haydar nîne. Dalak got, “Ev dozek pir neasayî ye.”


