Civak

Zaro Tv dest bi weşana xwe kir

Li Kurdistanê yekemîn qanala zarokan ya fermî, Zaro Tv dest bi weşana xwe kir.

Zaro TV ku wê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî weşanê bike li rêwresmekê de bi beşdariya Kawa Mehmud Wezîrê Rewşenbiriyê Kurdistanê, Newzad Hadî Parêzgarê Hewlêrê siyasetmedar, hunermend û rojnamevan hate vekirin.

Helgurt Mihemed Elî Berpirsiyarê Weşana Giştî yê Zaro TV di axaftina xwe de destnîşan kir ku vekirina qanaleke zarokan gelek girînge û wiha got: “Ji zarokên me yên ku pêşeroja me ne re qanelek hate vekirin. Ev yek bi rastî jî, ji vekirina qanaleke nûçeyan zortir e. Piştî xebateke 6 mehan me weşana Zaro Tvyê da destpêkirin. Me bernameyên ku zarokan kêfxweş bike û di heman demê de jî wan perwerde bike amade kirin. Zarokên Kurd yên li Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye û welatên Ereban dijîn dikarin Zaro TVyê temaşe bikin. Ji bo vê em li ser Turksat, Nilesat û Hotbirdê weşanê dikin.”

Back to top button