Polîtîk

The Independent: Barzanî diyartirîn kesayetiyê sala 2013 e

Îro rojnameya The Independent a Brîtanî li raportekî ku rûdawên sala 2013 belavkiriye û Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi diyartirîn kesayetiyê ku cihê destê wî li ser asta Kurdistan û cîhanê de erênî ye belavkiriye.

Li gor rojnameyê ew kesayetiyên ku li dû serdemên cûda de jiyane û xwedî şarezayiyekî temamin li navçeya rojhilata navîn de, Mesûd Barzanî Serok Kurdistane ku kariye çarenûsa Kurd li çarçêweya Iraqê da diyar bike.

Rojname dide zanîn  piştî raperîna sala 1991 û ew serkeftina ku Kurd piştî karesata Sedam Husên ya li Kuwêtê bi destxist ku navçeyekî azad li Kurdistanê damezrand. Niha jî Herêma Kurdistanê yek ji wan herêmane ku piştî peydakirina nevt û xaz li wê herêmê da li cihanê de dibe xwedî aboriyeke geş.

Li gor rojnameyê Barzanî peywendiyekî hevsengî li gel Amerîka û Îran û Tirkiye û hikumeta Iraqê heye û nebûye qurbana tu welateke ji van welatan. Diyartirînê wê wêneyê îsal li gel hebûna dijminayetiya kevina li navbera Kurd û Tirk, Barzanî bi cilê Kurdî ve li gel Receb Teyîb Erdogan li Amed li Tirkiyê, bi zimanê Kurdî behsa birayetiya li navbera Kurd û Tirk kir.

Rojname dide zanîn ku neteweya Kurd li serkeftinekî mezin nêzîk bûye ew jî bi hebûna Barzanî ku kesekî rastbîne û parêzgeriyê li wan helwestan jî dike bo ku li serkeftinê de sûd jê bibîne.

Back to top button