Nivîsar

Koardînatoriye Ocalan û pêvajoya heyî..!

Armanca dewletê gelek vekirî û zelal e. Ocalan jî gelek vekirî ev yek erênî dîtiye û bi koardinasyona dezgehên dewletê de vê yekê rêvedibin.

Dara Bilek

Demeke li ser pêvajoya ku bi insiyatîfa dewletê destpêkirî  gotubêj têne kirin. Hinek behsa xetimandina pêvajoyê dikin û aliyên dewletê bi israr behsa berdewamiya pêvajoyê dikin . Pirsa bingehîn li vê derê rast têgihandin û nirxandina vê pêvajoyê ye.

Ji berî her tiştekî kî çi navî li vê pêvajoyê bike bila bike, lê ev pêvajoya bi gotareka Bahçelî wek pêvajoya dewletê bi navê ”Pêvajoya Tirkiye ye Bê Teror e” destpêkiriye û di serî de Abdullah Ocalan û PKK ev yek qebûlkiriye. Dema Ocalan bersiva pêşniyara Bahçelî dayî , ewî jî gelek bizelalî behsa xalekî kiriye û pirsa kurd neanîye rojeve û tenê gotiye armanca me ”Entegrasyona Demokratîk” e. Veca ev yek tê çi wateyê ? herkesek li gora xwe dinirxîne.

Baweriya min de ev tê wateya ”Helandina Demokratîk” Yanî Ocalan û PKK vekirî eşkere kirine ku, pirsa wan ne pirsa Kurd e. Ji xwe em vê yekê di heman demê de li rojavayê Kurdistanê jî dibînin.

Heyetên DEMê, komisyona ku di parlementoyê de hatî avakirin de cih girtiye û daxwaziyên xwe nivîskî dane Komisyonê, lê cardin pirsa Kurd di rapora wan de cih negirtiye. Kurtahî eve ku, PKK/DEM û hemû dam û dezgehên PKKê pêvajoya ” Tirkiye ye Bê Teror” qebûl kiriye.

Yanî ev pêvajo ne pêvajoya aşitiyekî yan jî ya çareseriya pirsgirêka kurd de. Herweha ne pêvajoyeke ku, muxatabên dewletê miletê Kurd be ye. PKK û Ocalan jî nûnertiya hemû Kurdan nakin.

Dewlet ji bo pirsgirêka PKKê çareser bike ev pêvajo daye destpêkirin. Rayadarên dewletê vekirî dibêjin ku, em dixwazin ”Teror” nemîne û ji bo vê yekêjî divê PKK ji holê rabe û dev ji çekan berde. Armanca dewletê gelek vekirî û zelal e. Ocalan jî gelek vekirî ev yek erênî dîtiye û bi koardinasyona dezgehên dewletê de vê yekê rêvedibin.

PKK kongreyek li dar xist û xwe fesih kir. Sembolik bê jî, bi rewresmekî de çekên xwe şewitandin û peyama ku ji dev çekan berdin ragihand.

Lê di nava çekdarên PKKê de hineka rojane peyamên cuda dan, di nav DEMê de hinek dibêjin : PKKê ya ketî ser milê xwe kir, niha dora dewletêye. Ev bi van beyanan tenê xwe tetmîn dikin û hewldidin derdora xwe bi awayekî ikna bikin ku di pêvajoyê de xwedî gotinin.

PKK/DEM behsa azadiya Ocalan dike. Ji xwe kesayeta di serê vê pirsê de Devlet Bahçelî bihêlin ”azadiya Ocalan” behsa dayîna erkek din dike û dibêje ,bila statûyeka Ocalan hebe û pêşniyar jî zelale” Erka Ocalan bila bibe Koardinatorê pêvajoyê”

Ji liyek din vedi rastiya xwe de pirsa ”azadiya Ocalan” bi tenê ji aliyê PKK/ DEMê ve wek propagandeyek valê tê bi karanîn. Ocalan azad e yan na? Ev jî pirsek dine ku babetê gotubêjê ye.

Xala bingehîn ewe ku, pirsa Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê û pirsgirêka PKKê ji hev cudane. Çareseriya pirsa Kurd ne di rojevê de ye. Ji xwe Serokkomarê Tirkiye vekirî dibêje : ” Pirsa Kurd nemaye û me çareser kiriye. ”

Ya niha ji pirsa kurd cuda, pirsgirêka PKKê ye ku bi temamî ji dev çakan berdê.

Dewlet hêja ne iknaye ku, çekdarên PKKê bi temamî çekên xwe danîne. Ji ber ku çekdanîn yanî bi temamî bê çekkirina çekdarên PKKê çavderiya dezgehê istixbara Tirkiye de rêve diçe. Lê hêjî wan rapora ku PKKê bi temamî ji dev çakan berdaye û xwe bê çekkiriye nedaya hukumetê.

Guhertinên destûrî di parlementoyê de werin kirin, tenê ji bo vegera çekdarên PKKê ya Tirkiye û ji bo çarenûsa van çekdaran e. Tiştek din tuneye.

Gelek aliyên di nava PKK/DEMê de zû bi zû ji dev berjewendiyên xwe bernadin, heta bikaribin yan dê li himber Ocalan berxwe bidin, yan jî ji bo pêvajo aloz bibe gelek daxwazî û tiştên din bidin pêş. Rastî tu nirxê gotina wan jî tuneye. Lê ew jî bi awayekî peyama didin û xwe di rojevê de dihêlin. Biryar a dewletê û wek Bahçelî gotî”koardinatorê pêvajoyê” Ocalan ne.

Ha mijarek din heye divê mirov behsêbike. Serketina vê pêvajoyê ji bo Kurda gelek başe. Dev jê berdana çekan û xwe fesihkirina PKKê jî ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanî gelekî başe û piraniya aliyên siyasî ev gav erênî nirxandin pişgiriya vê jî kirin.

Bê guman xilaskirina şerek bê wate ji bo civata kurd jî gelekî erêniye. Kêmasî dê şansek hebê ku, ew tahribatên siyaseta dewletê û PKKê bi dehên salan di nava civata kurd de peyda kirîn dê bi awayekî bêne pînekirin belkî ev yek cardin civata kurd bîne ser hîmên xwe.

Dibêjin rastî tehle, mixabin îro di vê qonaxê de rewşa tevgera bakurê Kurdistanê ne başe. Lê dixweyê bi têgihandina rastiyekî dê bibe sedemek bingehîn ku hestên netewî di nava kurdan de û taybetî di nava ciwanan de bi hêztir bibe. Bi vê hêviyê gerek xebat berdewambin…

11.5.2026

Back to top button