Qatilê kurda mir
Orgeneral Teoman Koman fermandarê giştî yê demekî yê Cendirma li Stanbulê nexweşxana leşkerî de mir.
Teoman Koman Ji bo doza 28 Şibatê girtî bû.Lê ji berî demekî ji ber nexweşiya xwe hate berdan. Dadgeh kirina wî berdeam bû.
Koman heta sala 1997ê fermandarê giştî yê hêza Cendirma bû. Teoman Koman damezerê JITEMê bû.
Koman ji sala 1988ê heta sala 1992ê berpirsê MIT a Tirkiye bû. Di dema Komande li Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin, bi hezaran insan bê serûşûn hatin kuştin û winda kirin.
Her xirabiya heta sala 1997ê li Kurdistanê hatî kirin destê Koman di nav de bû. Ew qatilek herî dijwar yê miletê kurd bû.
Teoman Koman hesab neda û herweha heta seeta dawî jî tu cara ji pîsayetiya kirî poşman nebû.
Teoman Koman nûnerêk serekê yê dema tarî yê dewleta kûr û qirêj bû.