Hevpeyvîn

Em jî mafê dewletbûnê dixwazin

 
Hevepeyvîn: Seyîdxan Kurij

Demek berê derûdora kevneşopîya DDKD ji bo damezirandina partîyek sîyasî xebat dikirin. Encama ew xebatê de di 19-20ê çirîya pşin 2013 an de li Dîyarbekîrê civînek nû pêk hat. Ew civînê de ji bo damezirandina partîyek Kurdîstanî komîsyonek ji 11 kesên kû ji kevnoşopîyên sîyasî yên curbecur tên, hat hilbijartin. Em bi berdevke komîsyonê “Hewldana Partîyek Kurdîstanî”  Mehmet Gul va li ser vê tevgerê axifîn.

Seyîdxan Kurij: Demek berê hûnê ji bo raya giştî ragihandin kû hûn bi navê “Hewldana Partîyek Kurdîstanî” dest bi xebata damezirandina partîyek sîyasî kirine. Ew xebat berê wek “DDKD yî partîyek damezirînin” belav bû. Gelo rastî ûsa ye?

Mehmet Gül: Ew hewldan bi bangewazîya 11 kesên kû ji kevneşopîya DDKD tên, destpêkir. Piştra di 27ê Nîsanê 2013 an de li Dîyarbekirê civînek fireh pêk hat. Di ew civînê de “Komîsyona Dîyalogê ya ji bo projeyeke sîyasî ya nû” pêk hat. Li ser xebata ew komîsyonê  di 19-20ê çirîya pşin 2013 an de li Dîyarbekîrê civînek nû pêk hat. Ji kevnoşopên cûda kadroyan kurd beşdarê vê civînê bûn û li vir “Hewldana Partîyek Kurdîstanî” destpêkir. Ji ber kû bi însîyatîfa kadroyên DDKD ew xebat destpêkir, ew hewldan di raya giştî de ûsa hat belav kirin.  Lê edî ew danasandin bi dawî hat. Ew xebat edî hewldanek damazirandina pertîyek kurd û kurdîstanî ye.

Seyîdxan Kurij: Li Kurdîstana Bakûr 4 partî û ewqas ji rexistin hene. Çima partîyek nû, ferqa we ji yên din çi ye?

Mehmet Gül: Belê gelek partî hene û partîyên din ji hebin. Lê dîsa ji hê bi mîlyonan gelê me rayên xwe didin partîyên tirk. Bi dehhezaran kurd hene kû dixwazin sîyaset bikin, lê di nav ew partîyan de nînin.  Di ew rewê de ew pirsa “çim apartîyek nû” bê vate ye. Ji ber ew rewê hewcetîya maddî û manewî û meşrutîyeta partîyek kû bikaribe ew girseyê hembez bike û banga ew potansîyelê bike, heye.  Hewldana ma  didome, em hê di çarçeveya kurd û Kurdîstanî bûn de bi hinek derûdoran va werin li cemhev. Hewldana me ji bo beşdarbûn û bi hevra xebatê vekirî ye. Lê em vekirî dibêjin, ne di çarçeveya Tirkîyeyîbûnê de, hewcetîya rêxistinek kû Kurdîstanê esas digre heye. Em naxwazin bibin partîyek kesek ê, înek ê, olek ê an ji mezhebek ê. Em hewl didin kû partîyeke kû xwe bi xwe îdare dike, îradeya xwê destê wê da ye û beşdarbûna demokratîk esas digre, damezirînin. Emê bibin partîyeke netewî demokratîk, kurd û Kurdîstanî ya girseyî. 

Seyîdxan Kurij: Piştî civîna dawî ya Amedê hûnê  xwe wek “Hewldana Partîya Kurdîstanî” bi nav kirin. Ji “Partîya Kurdîstanî” mabesta we çi yê? Navenda partî li ku be?

Mehmet Gül: Bi mabesta partîya Kurd1istanî armanca me  şopandina kevneşopîya tevgera kurd ya sedsalan e. Kurd qasî sedsale di rêxistinên xwe yên netewî de bi rêxistin dibin, ango rêxistinên xwe yên cuda ava dikin. Em hebûna welatê Kurdîstanê esas digrin û dixwazin li ser vê axê bi hemû netew û ol û komên sosyal yên curbecur va bi hevra wekhev, azad û bi aştîyane bijin. Em pirsgirêka esasî wek çareserkirina pirsgirêka Kurdîstan dibînin. Em mîlyonên kurd kû ji dervayî Kurdîstana Bakûr, li Tirkîyê dijin, mafên wan yên demokratîk û azadîyên wan ji diparêzin. Em dixwazin li Tirkîyê bi hêzên demokratîk va bi hevra têbikoşin. Gava zagon rê bidin, navenda partîyê Dîyarbekîr be.

Seyîdxan Kurij: Hûn ya rewşa dawî çawa dibînin, mirov dikarê vê pêvajoyê wek pêvajoyek aşitî binav bike?

Mehmet Gül: Emê piştgirîya hemû hewldanan bikin kû armanca wan bi rêya aşitî û sîyasî çareserkirina pirsgirêka kurd û Kurdîstanê be: Lê pratîk nşana me da kû pêvajoya kû bi danûstandinên MITê û Abdullah Ocalan destpêkir, pêvajoyek aşitî û çareserî nîne.

Ji bo destpêkirina pêvajoya aşitî divê sazîyek kû îradeya hemû alîyên kurdan temsîl dike were ava kirin,  danûstandin eşkire werin domandin û hêzên navnetewî tev li pêvajoyê bibin.  

Seyîdxan Kurij: Komîteyê kû di komcivîna 19 -20 Çirîya Pînê de Li Dîyarbekîrê hat hilbijartin yê berê cudatir , ew komîtê li gor kîjan pîvanan hat hilbijartin?

Mehmet Gül: Belê raste, di komîteya nû de ji kadroyên kû ji kevneşopên curbecur tên û xwedîyê ramanên cîhe ne, cîh digrin. Ew di çarçeveya bernameyek sîyasî de, daxwazên hevbeş de hatine li cem hev. Ew hê destpêk e, li gor me zarokek kû xwedîyê perspektîfek Kurdîstanîye êbûye. Em dixwazin vê karê berfireh bikin. Ew komîte tenê ji bo hewldanê ye, ew pêvajoya dahatî de bibe komîteyek berfireh tir.

Seyîdxan Kurij: Hûn pirsgirêka Kurdîstan çawa dinirxînin, wek çareserî çi pşkeş dikin?

Mehmet Gül: Bi navê Bakûrê Kurdîstan û Tirkîye du welatên cûda hene. Metod, rê û hacetên çareser kirina Pirsgirêka kurd ya li Tirkîyê û pirsgirêka Bakûrê Kurdîstan ji hev cûda ne. Divê çareserîyê li ser esasê hebûna neteweya kurd û welatê Kurdîstan were dîtin. Divê kurd bikaribin li erdê xwe bi azad xwe îdare bikin.  Em hem wek Baûrê Kurdîstan federasyonê hem ji dewletek cuda wek mafê rewa yê kurdan qebûl dikin.  Em ji wana yekî şart nakin, em ji daxwazên fermîbûna kurdi, pşvebirina îdareyên heremî heta otonomî hemû gavan girîng dibînin, lê pirsgirêka esasî wekhevî ye. Mafên kû ji bo hemû neteweyan rewaye, em ew mafan dixwazin. Ew ji mafê dewletbûnê ye.

Seyîdxan Kurij: Îdeolojîya partîya we çawa be?

Mehmet Gül: Ew partîyek Kurdîstanî be, ne partîyek lîberal, sosyalîst an ji îslamî: Ango ne partîyek îdeolojîk, partîyek kû hemû ol, mezhep, tebaxa û înên civatê û gelên din yên Kurdîstanî tê de bikaribin xwe îfade bikin. Partîyek netew  -demokratîk girseyî ya kurd û Kurdîstanî.

Seyîdxan Kurij: Wan demên dawî de navbera PKK, BDP, PYD û Hikumeta herema Kurdîstanê de pirsgirêk hene. Hûn vê rewşe çawa dinirxînin?

Mehmet Gül: Em hemû gotin û gavên kû zerar didin dîyalog, hevkarî û alîkarîya navbera kurdan, red dikin. Em li Bakûrê Kurdîstanê duşmintîya navbera hêzên sîyasî yên kurd xelet dibînin. Em hebûna Dewleta Federal ya Kurdîstanê wek destkevtîyek dîrokî dinirxînin. Hemû hewldanên kû zerar bidin hebûna wê em red dikin. Destkevtinên Rojavayê Kurdîstanê ji dive li ser esasên yekitîya netewî werin parastin û pşvabirin.

Deskevtîyên Rojava tenê dikarin bi pêkanîna yekitîya netewî werin parastin. Demek berê li Mersînê alîgirên DBP bi pankartek heqaret kiribûn birêz Mesud barzanî. Me ew kirin şermizar kir. Em her tim dijî kiryarên ûsa derkevin. Divê kurd ji dîroka xwe sûd werbigrin. Gava 1991 an de yekitîya kurd nebûya, îro Dewleta Federal ya Kurdîstan nedibû.

Seyîdxan Kurij: Wekû tê zanin demek berê serokê Dewleta Federal ya Kurdîstan birêz Mesûd Barzanî hat Tirkîye. Li ser hatina birêz Barzanî gelek nirxandinên curbecur, gelek spekulasyon çebûn. Hûn ew gerê çawa dinirxînin?

Mehmet Gül: Me berê hatina birêz Barzanî daxuyanîyek belav kir û banga gelê xwe kir kû birêz Barzanî bi alayên Kurdîstanê pşwazî bikin. Ûsa ji bû, birêz Barzanî bi alayên Kurdîstanê hat pşwazî kirin. Em ew hemî spekulasyonên kû serdana birêz Barzanî nehênî dinirxînin û cenabê Barzanî wek hevkarê Erdogan nşan didin, red dikin. Birêz Barzanî xwedîyê ezmûnek kûr e, ew di nav tu hewldanê de nabe kû zerar bide gelê kurd.  Birêz Barzanî hem bi mesajên xwe hem ji bi hevûdîtinên xwe yên bi rêxistinên kurd yên sîyasî û sîvîlê de vekirî berjewendîyên netewaya kurd yên hevbeş anîn ziman. Ew dem ji bo kurdan pir hesas e.

Li Dinyayê û Rojhelatanavîn qart dîsa tevlihev dibin, ango Rojhelatanavîn nûva tê dîzayn kirin. Her alî li gor berjewendîyên xwe tevdigere. Di wan şartan de Dewleta Federal ya Kurdîstan nikare pasîv bimîne. Birêz Barzanî bi ew serîlêdana xwe dixwast derfetên nû lêbikole û  rîsîkoyan kêm bike.  Lewra Erdogan û hikumeta wî naxwazin pirsgirêka Kurdîstan li ser esasên wekhevî çareser bikin, ew dixwazin zeman qezenc bikin û dîsa şartên xwe bidin kurdan qebûl kirin. Lê kurd ji edî ne kurdên berê ne. Pêwendîyên birêz Barzanî û Erdogan pêwendîyên deletan in, diplomatîk in. Divê em ûsa binirxînin.

Em hêvî dikin gera birêz Barzanî ya Dîyarbekire ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdîstan li ser xeta Baûr bibe destpêkek erenî.

Em helwesta birêz Barzanî ya Dîyarbekîrê erênî dinirxînin. Helwesta BDP ya destpêkê de ne baş bû, lê bi hewldanên Osman Baydemîr û Leyla Zana ew helwest hat guherandin.

Me û hin hêzên sîyasî yên kurdan birêz barzanî li kolanên Dîyarbekîrê bi ala Kurdîstan pşwazî kirin, ew biyarek dîrokî ye.

Em piştî 37 salan vegera hunermendê h^rja Şivan Perwer ji pir baş dibînin. Em hêvî dikin hemû kurd bikaribin wegerin welatê xwe.

 

Not: ew roportaj hejmara  226 an de hat wesandin.

Back to top button