Polîtîk

Sendikaya Rojnamevanên Rojava li Başûr hate vekirin

Îro 15.12.2013 bi amadebûna Sînemxan Celadet Ali Bedirxan û Zîrek Kemal Nûnerê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê (Başûr), Nivîskar Dara Bilek û çendîn rojnamevan û rewşenbîrên Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li rêwresmekê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê(Rojava) li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hate vekirin.

Li rêwresma vekirinê de ku gelek ji rojnamevan û ronakbîrên her çar perçeyên Kurdistanê amadebûn Zîrek Kemal Nûnerê Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê(Başûr) axaftinek pêşkêşkir û hêvî xwest ku Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê(Rojava) yekrêzî û yek helwestiya rojnamevanên bê parastin. Her wiha Sînemxan Celadet Ali Bedirxan jî axaftina xwe de serkeftina hemû rojnamevanan xwest û hêvî xwest demeke nêzîk de Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî bête vekirin û kar û xebatên xwe berdewam bike.

sendika2_191564134.jpgHer wiha piştî vekirina Sendikayê Ciwan Mîranî Serokê Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê(Rojava) axaftinek pêşkêşkir û ji bilî xêrhatina mîhvanan daxwazkir ku ev sendika bibe mala hemû rojnamevanek û hemû hizrên siyasî jî bikaribin li vê sendikayê de kar û xebatên xwe bidomînin. Mîranî berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser qonaxên rojnamevaniya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê û got: Qonaxa Yekem Kovara Hawar xebatên Mîr Celadet Ali Bedirxane û qonaxa duyem jî şagirtên Bedirxan kesayetiyên wekî Cigerxwîn, Hesen Hişyar, Osman Sebrî û gelek kesên din û her wiha qonaxa sêyem jî rojnamevaniya partiyên siyasî.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button