PolîtîkRojev

Desteya Yasayî ya ENKSê hevdîtin li gel berpirsên hikûmetê li Şamê pêkanîn

Desteya Yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd hejmarek hevdîtin û civîn li Şamê li gel berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûriyê encam dan, û hejmarek doseyên girêdayî rewşa yasayî û rêvebirî hatin gotûbêjkirin.

Desteya Yasayî ya ENKS di daxuyniyekê de da zanîn, ku di çarçoveya karê xwe de ji bo şopandina doseyên yasayî, hejmarek hevdîtin li Şamê li gel berpirs û rayedarên hikûmeta Sûriyê encam dane.

Desteya Yasayî diyar kir ku ew li gel berpirsê pêwendiyan di wezareta dadê de her weha berdevkê tîma serokatiyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29 Çileyê, Ehmed El-Hîlalî civiyan, pişt re li gel hevkarê wezîrê reveberiya xwecihî û jînegehê jî civiyan.

Guhertina ragihandina destûrî

Desteyê di daxuyaniya xwe de got ku, di civînê de tekezî li ser girîngiya guhertina ragihandina destûrî û girîngiya çêbûna lêvegerekê di sînorên rêveberiyên heyî de hat kirin û divê beşek ji dahatên deverê werin terxankirin ji bo piştevaniya projeyê geşepêdan û jêrxaneyan taybet di karta tenduristî de.

Back to top button