ENKS êrîşa ser Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî êrîşa bi mûşekên Îranî ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji wan êrîşan re deyne ji bo parastina sivîlan û serweriya Herêma Kurdistanê.
Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi tundî êrîşa hovane û hemû êrîşên terorî li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.
ENKS diyar kir ku êrîşa li ser Pêşmergeyan li Soran li gel êrîşên din seqmgîrî, serweriya Herêma Kurdistanê armanc dikin û hewla têkdana ewlehî û deskeftên gelê Kurdistanê dikin.
Encûmenê got ku divê civaka navdewletî bi berpirsyaretiya xwe ya yasayî û mirovî rabe û gavên tund bistîne ji bo rawestandina wan êrîşan û tekez kir ku bêdengiya li hember wan binpêkirinan dê girjiyan li deverê zêde bike û derfetên aştiyê dorpêç bike.
Di dawiyê de, ENKS sersaxî pêşkêşî Serok Barzanî, serkirdaytiya Herêma Kurdistanê û gelê wê kirin û dilovanî ji şehîdan re û selametî ji birîndaran re xwest.

