Polîtîk

Serok Baraznî: Êrîş dijminane û neheq e û tu behane ji bo wê nînin

Roja 24.03.2026, hêzên pêşmergeyî li sinûrê devera soranê bûne armanca hêrşeka mûşekî ya îranê. di encama vê hêrşê da, 6 pêşmerge şehîd bûn û 30 pêşmergeyên dî jî brîndar bûn.

Peyamek ji Serok Barzanî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi tundî wê êrîşa ku berbanga îro bi mûşekên Îranî li ser baregehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate kirin, şermezar dikim. Mixabin, di encamê de çend Pêşmergeyên leheng şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Sersaxî û hevxemiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdên wê êrîşa neheq dikim û xwe hevbeşê xemên wan dizanim û hêviya şifa û başbûneke lezgîn ji bo birîndaran dixwazim.

Ew êrîşeke dijminane ye û ti hincetekê nagire. Ji bo çendemîn car e ku ev cure êrîş bêyî guhdana prensîbên cîrantiya baş û qanûna navdewletî li hember Herêma Kurdistanê tên kirin. Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê nebûye beşek ji vî şerê niha yê li herêmê û tu demekê gef li ser cîranan nebûye.

Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn sermayeya gelê me ye.

Mesûd Barzanî

24ê Adara 2026

Back to top button