Serok Nêçîrvan Barzani û Wezîrê Derve yê Holendayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Serok Nêçîrvan Barzani ji Wezîrê Derve yê Holandayê Tom Berendsen pêwendiyek telefonî wergirt.
Serok Barzani pîrozbahî li Birêz Berendsen kir ji bo erkê wî û serkeftin jê re xwest. Her wiha spasiya xwe ji bo alîkariya berdewam a Holandayê ji bo Herêma Kurdistanê di her demê de anî ziman.
Herdu aliyan li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên xeternak ên şer li ser aştî, aramî û rewşa aborî ya li herêmê û cîhanê nêrînên xwe parve kirin. Li hev kirin ku divê her hewlek were dayîn da ku şer raweste û nakokî bi awayekî aştiyane werin çareser kirin.
Wezîrê Derve yê Holandayê nîgeraniya welatê xwe û Yekîtiya Ewropayê li ser îhtîmala zêdebûna bêtir a pevçûnê û encamên wê anî ziman, û piştgiriya welatê xwe ji bo parastina aştî û aramiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê tekez kir.
Herdu serokan bandora şer li ser Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, girîngiya dûrxistina Iraq û Herêma Kurdistanê ji şer û hevkariya wan bi Holandayê re jî nîqaş kirin.


