Civak

Li Şamê Wezareta Rewşenbîri û ENKS cejna Newrozê li dartêxin.

Hikûmeta veguhêz a Sûriyê îsal bo yekem car di dîroka Sûriyê de Cejna Newrozê li dar dixe.

Wezareta Rewşenbîriyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi hevkarî li gel Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ahenga Cejna Newrozê li Şamê li dar dixe.

Wezaretê diyar kir ku aheng demjimêr 10ê sibehê roja 21ê Adarê li komelgeha werzişî li devera Mezê tê lidarxistin.

Daxuyaniyê diyar kir ku ev yek tekeziyê li ser pirengiya çandî li Sûriyê dike her weha nirxên pêkvejiyanê bi hêz dike.

Back to top button