Polîtîk

Li Kerkûkê şer berdewam e û pêşmerge gihişte ciyê bûyerê

Şer û pevçûn di navbera terorîstan û hêzên emnî li bajarê Kerkûkê berdewam e û herêma Kurdistanê jî hêzeke mezin a pêşmergeyê Kurdistanê ber bi devera şer ve hinart û li gor hin çavkaniyan pêşmerge gihiştiye cîyê bûyerê.

Îri serê sibehê grûpeke terotîstan bi çekê giran û otomobîlên bomebarkirî rîşî ser avahiya îstîxbarata Îraqê li nav bajarê Kerkûkê kir û beşek ji avahî ji aliyê terorîstan ve hatiye kontorl kirin.

Li gor çavkaniyên rêvebiriya saxlemiyê li Kerkûkê heta nuha 63 birîndar gihandine nexweşxaneyanên bajêr û hijmara kuştiyan jî nayê zanîn.

Li gor çavkaniyên emnî, heta nuha şer û pevçûn navbera çekdarên terorîst û hêzên emniyên Kerkûkê li pêş avahiya îstîzbarata Îraqê ku, dikeve ser cadeya Bexdad li nav bajarê Kerkûkê, berdewam e.

 

Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo kontirolkirina rewşê hêzeke mezin a pêşmergeyê Kurdistanê ber bi cîyê bûyerê ve hinart iye û li gor hindek çavkaniyan pêşmerge gihştiye ciyê bûyerê.

Back to top button