Divê rastiya zimên bête pejirandin
Xwişk û Birayên Hêja!
Ciwanên Dilovan!
Îro pir kes hene ku wek “Nivîskarê Kurd” di nava xelkê de têne naskirin. Piraniya wan kesan berê siyasetmedar bûne, lê çerxa felekê ji wan re çep geriyaye û ew di siyasetê de bi ser neketine, piştre jî bûne nivîskar.
Helbet xizmeta Kultura Kurdî karekî pîroz e û dibêjim ku bila Xwedayê mezin jî bibe alîkar xebatkarên kulturê.
Îcar hin kes ji wan nivîskaran, ji ber ku hemû jiyana xwe ya siyasî bi axaftina zimanê Tirk bihurandine, niha jî dema ew bi kurdî dinivîsin an bi kurdî dipeyivin, kiras Zimanê Tirkî li Zimanê Kurdî dikin.
Wek mînak: Dostekî min ê nivîskar bi telefonê gote min: ”Ez ê biûma filanderê, lê min balafir revand.”
Min jî bi henek gotê: ”Te balafir ji bo çi revand bir kurê?”
Birayên hêja, xwişkên dilovan!
Erê rast e ku te/we xwendiye û belkî du-sê fakulte jî qedandine. Lê te bi kurdî nexwendiye û hewce nake jî ku tu xwe pisporê Ziman Kurdî bidî nîşandan.
Yan jî, eger kesekî wek min ku li ser pirsa Ziman Kurdî zîz û peyvjen be, gava şaşiyeke te/we bêje, hewce nake ku mirov xwe bixeydîne.
Herweha dema ku mirov bi xeysetê ”nivîskar”iyê hêj nizanibe ku bi compuretê binivîse, jixwe Înternet jî ku mirov hç nizanibe, ji van zêdetir dema ku mirov hêj nizanibe ku famîleya Zimanê Kurdî û ya Zimanê Tirkî ji hev cuda ne, dema ku mirovek hêj nizanibe ku Alfabeya Kurdî 31 û ya Tirkî 29 tîp in, dema ku mirovek hêj cudatî naxe navbera ”ya kurdî û ”i”ya tirkî, bêguman e ku mirov dema bi kurdî binivîse, mirov niheqî û heqaret li Zimanê Kurdî dike.
Ev rastî li holê ye ku niha ne pêdivî ye ku her kurdek bibe nivîskar. Ne deman e (wacib) her kurden bêkêmasî bi kurdî j binivîse. Herweha ne gerek e ku her Kurd bibe xwedanê pirtûkan jî. Nexwe rastiya pêdivî ev e ku her kes pîşeya xwe zanibe û tê de xwe bike pispor.
Ez ê çend mînak li virê sererêz bikim:
– Eger yekî bizişk rabe li ser Zimanê Kurdî berhem binivîse, ne karekî rast e. Lê bila ew li ser şaxên bizişkiya xwe binivîse pêdiviya Kurdan jî pir bi karên wisa heye.
– Eger yek endazyar rabe li ser siyasetê berhem bi kurdî binivîse, şaşiyeke mezin e. L bila ew li ser şaxên pîşeya xwe binivîse.
– Eger yek mele rabe li ser cotkariyê berhem bi kurdî binivîse, ne rast e. Lê bila ew li ser pirsgirêkên olî binivîse.
Ha wisa heta ku her kurdek karê xwe nemeşîne, li pîşeya xwe nedomîne, em ê jî nikaribin xwe ji şaşî, çewtê û gêdûkan rizgar bikin.
Bi hêviya rizgarkirina ji xeletî û çewtiyan, her şad û bextewer bin…
Zeynelabidin Zinar
Stembol 01/ 12/ 2013