CivakRojev

Encama 14 rapirsîna ku di meha Çile de hatine kirin

Di meha çile de 14 rapirsîn li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo meyla raya giştî di hilbijartinan de hatin li darxistin.

Encama van her 14 rapirsîna di zikhevde hate ragihandin. Encama van 14 dezgehên lêkolîna ku rapirsîn kirîn rijeya dengê Partiyan dide xûyakirin.

Li gorî encamên van 14 rapirsîna, CHP bi rêjeya 32.5% di rêza yekem de ye. AK Partî bi rêjeya 31.7% di rêza duyemîn de ye. Cudahiya di navbera her du partiyan de wekî 0.8 puan hatiye hesabkirin. Partiya DEM bi rêjeya 8.4% di rêza sêyemîn de ye, lê MHP bi rêjeya 7.0% xûya dike. İYİ Partî 5.2% hatiye ragihandin.

PARTÎYÊN DIN
Partiya Serkeftinê wekî %3.6, Partiya Sereke (ANP) wekî %3.1, Partiya Refahê wekî %2.9, Partiya Saadetê wekî %1.8 û Partiya Karkerên Tirkiyeyê jî wekî %1.2 hat pîvandin. Tevahîya partiyên “Din” wekî %2.6 hat tomarkirin.

DANÊN JI 14 DeZGEHAN HATIN BIKARANÎN
Rapirsîn ji aliyê van dezgehên lêkolînê ve hatin pêkanîn: ALF, Ankara Creative Strategy, Areda Survey, ASAL, DİEN, GENAR, Gezici, Gündemar, İVEM, KONTAK, Optimar, Refleks Veri, SONAR, û THEMIS.

Back to top button